Li Wanê 6 kes hatin binçavkirin
Li Wanê piştî pîrozbahiya Newrozê di serdegirtina malê de 6 kes hatin binçavkirin.
Li Wanê piştî pîrozbahiya Newrozê di serdegirtina malê de 6 kes hatin binçavkirin.
Li Wanê li gel qedexeyê jî bi deh hezaran kesî îro agirê berxwedanê pêxist. Piştî pîrozbahiyê li taxa Seyrantepeyê ya navçeya Tûşba ya Wanê polîsan bi ser malekê de girtin. Di serdegirtinê de welatiyên bi navê Îlhan Urgen, Oznur Urgen, Mugdat Urgen, Ridvan Pulus û 2 welatiyên ku navên wan nehat zanîn hatin binçavkirin. Hate zanîn ku kesên hatin binçavkirin birine Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.