Navenda Çapemenî-Ragihandina HGP’ê der barê çalakiya gerîlayan şerê din li navçeya Belen a Hatay pêk anî de daxuyaniyek da û diyar kir ku 2 leşker hatine kuştin, 5 leşker jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di çalakiyên gerîlayan ên li Şirnex û Wanê de jî 3 leşker hatine kuştin.
Navenda Çapemenî Ragihandina HPG’ê der barê çalakiya duh li Hatayê pêk hat de ev agahî da; “. Di 18'ê Hezîranê de di saet 21.30'an de li Hatayê di navbera navçeyên Îskenderûn û Belenê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşker hatine kuştin 5 leşker jî birîndar bûye.”
LI WANÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 16'ê Hezîranê de de di saet 21.20'an de li Wanê li dijî nîzamiya Qişleya Hecibekirê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encma çalakiyê de 2 leşkerê dijmin ê di nizamiyê de hatiye kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî derdora çalakiyê operasyoneke demkurt hatiye lidarxistin û paş ve vekişiyaye.”
JI GERÎLAYÊN YJA-STAR ÇALAKÎ
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG'ê der barê çalakiya gerîayên YJA-Starê de jî agahî da û got; “Di 19'ê Hezîranê de di saet 14.30'an de li Şirnexê li nêzî Tugaya TRT Gabara bi ser çiyayê Gabarêye di navbera gerîlayên me yê YJA-Starê û leşkerê artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de leşkereke dijmin hatiye kuştin.”
HPG’ê got; “Di 18'ê Hezîranê de di saet 12.00'n de di navbera Çiyayên Agiriyê biçûk û mezin de wesayiteke kar a di xebatê nûkirina qereqolekê de dixebite ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin, operatorê wê jî ji bo lêpirsînê hatiye binçavkirin.”
CÛDÎ TÊ BOBMEBARANKIRIN
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê diyar kir ku di 18'ê Hezîranê de di saet 19.00'an de li Şirnexê li dijî herêma Girê Çolyaya bi ser Cûdiyê ve ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi hewan û obusan hate bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
HPG’ê got; “. Di 18'ê Hezîranê de ji saet 21.30'an heta niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Heftenînê, Sêgoşeya Bêtalma, Geliyê Kuliya, Geliyê Sûlê û Kato Sûlêya bi ser Heftenînêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin. Bombebarana herêmê hîn jî berdewam dike.