Li Viyanayê meşa girseyî

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê, terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê bi meşekê hat protestokirin.

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê, terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê bi meşekê hat protestokirin.

Kurdistaniyên li Ewropa ji bo silavkirina berxwedana xwerêveberiyan û protestokirina terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê meş û mîtîng li dar xistin.

Bi hezaran Kurd û dostên wan li pêşiya avahiya Opera kom bûn, dorpêça dewleta Tirk a li dijî bajarên Kurdan, polîtîkayên qetlîamê protesto kirin. Berxwedana gelê Kurd hat silavkirin. Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî hat xwestin.

Girseya li pêşiya avahiya Opera kom bû, piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadî û demokrasiyê, ber bi Konsolosxaneya Tirk ve ket meşê. Di meşê de posterên Ocalan, alên PKK, KCK, Ciwanên Azad vekirin, dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Terorîst Tirkiye”, “Bijî Piştevaniya Navneteweyî”, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan”, “Ewropa fînanse dike, Tirkiye bombe dike” qîr kirin.

Li cihekî nêzî konsolosxaneya Tirk mîtîng hat lidarxistin. Di axaftinan de hêrsa li dijî dewleta Tirk hate ziman. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.

Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.