Li Vîlleneuvê Meclisa Jinan a Ekîn Wan hat îlankirin
Li Banliyoya Vîlleneuvê a paytexta Parîs a Fransayê Meclisa Jinan a Ekîn Wan hat îlankirin.
Li Banliyoya Vîlleneuvê a paytexta Parîs a Fransayê Meclisa Jinan a Ekîn Wan hat îlankirin.
Li Banliyoya Vîlleneuve a paytexta Parîs a Fransayê Meclîsa Jinan a Ekîn Wan hat îlankirin.
Li Ewropa jinên Kurd bi awayên meclîsan rêxistinbûna xwe didomînin. Li Banliyoya Villeneuve a paytexta Parîs a Fransayê Meclîsa Jinan a Ekîn Wan hat îlankirin.
Di kongreya avakirinê de 51 jin beşdar bûn. Kongreya bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir, jinên ji meclisên Dranecy û VîllîerleBelle jî beşdar bûn.
Di kongreyê de, ji Tevgera Jinên Kurd a Ewropa Rojda Yildirim rewşa siyasî nirxand. Li ser rola meclîsên jinan, berpirsiyariyên wan, afirandina çareseriyan, têkoşîna aşitiyê û li ser modernîteya rêxistina jinan axivîn.
Yildirim diyar kir ku divê xwedî li xwerêveberiyên li Bakûrê Kurdistanê derkevin, ji bo çalakî û aktivîteyên werin lidarxistin, jin hê baştir beşdar bibin û rola xwe bilîze.
Piştî axaftinan Meclîsa Jinan a Ekîn Wan a ji 51 kesan hat îlankirin.
Kongreyê xwerêveberiyên li Kurdistanê silav kir û pitika Mîray jî bi bîr anî.