Li Şirnexê zarokek hate binçavkirin

Li Şirnexê zarokek hate binçavkirin

Polîsên ku êrîşî şahiya ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê ve dihat lidarxistin kir, zarokek binçav kirin.

Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê şeva din ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û silavkirin û piştgiriya kurdên Rojava, li Taxa Vakifkentê xwest şahî li dar bixe. Lê rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan êrîşî gel kir û li ser vê yekê di nava kom û polîsan de pêvçûn derket. Polîsên ku bi wesayîtên zirxî yên Akrep û TOMA'yê ketin nava kûçe û kolanên taxê zarokê 17 salî A.Ý. binçav kirin.

A.Î'yê ku hate binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan ya Şirnexê. Hate zanîn ku, A.Ý. vê sibê derxistine edliyeyê.