Li Şirnexê erdheja 5.3

Li Şirnexê erdheja 5.3

Li gundê Kirok ê navçeya Qilabana Şirnexê erdheja bi 5.3 pileyî rû da. Xelkê bajar û navçeyên derdorê jî bi erdhejê hesiyan. Bi taybet li navçeyên Qilaban û Elkê welatî ji ber tirsa erdhejê derketin derve.

Li gorî agahiya ji aliyê Resetxaneya Kandîllî û Enstîtuya Lêkolîna Erdhejan a Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê hat dayîn, şevê din li gorî saeta herêmî di 23.37 de li gundê Kiror ê navçeya Qilaban a Şirnexê erdheja bi pêla 5.3 rû da. Erdhej li Qilaban, Elkê, Şirnex, Silopî û heta Colemêrgê jî hat hîskirin.

Ji tirsa erdhejê gelê Silopî û Şirnexê derketind erve.