Hate îdiakirin ku li navçeya Şemzînan a Colemêrgê leşkerê bi navê Yilmaz Çelgî b çeka xwe ya luledirêj xwe kuştiye.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin leşkerê bi navê Yilmaz Çelgîn yê 24 salî ku qeyda wî li ser Nidûsa Fethiye ya Muglayêye dema kul i Tabura Piyade ya Ewlehiya Hundir a Tekeleya Yekemîn ya Şemzîmanê ku girê Fermandariya Tugaya Hudut ya 34’emîn a Şêmzînanê bû bi çeka xwe kuştiye. Çelgenê ku rakirin nexweşxaneya dewletê ya Şemzînanê, termê wî ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Leşkerî ya Colemêrgê.
Ev mirinên bi guman, balkêşe ku di vê dema ku nîqaşên wendahiyên artêşa tirk yên pevçûnan de pêk hat. Gelek leşkerên ku di pevçûnan de hatin kuştin, piştre weke bi qezayê an jî wekê ku an jî xwe kuştiye teslîmê malbatên wan dikin.