Şer û pevçûna li herêma Şemzînanê ya Colemêrgê di roja 12'an de her ku diçe berdewam dike. Leşkerên ku nikarin têkevin herêma pevçûn niha jî dest bi çekên kîmyawî dikin û gazên kîmyawî bikar tînin. Hate zanîn ku, leşkerên derdikevin operasyonê li herêma gundê Nîrkola gazên sipî û cûn bikar tînin. Welatiyen ku bi destûra leşkeran diçin gundê xwe û derdikevin diyar kirin ku, leşker erzaqên wan desteser dikin. Welatiyan anîn ziman ku, benzîna maşînaya wan jî tê kontrolkirin.
Şer û pevçûna li navçeya Şemzînanê ku di 23'ê Tîrmehê de destpê kir 12 rojin didome. Welatiyên herêmê têkildarî pevçûnê de axivî û diyar kirin ku, ji bo leşker kontrola gêrîlayên HPG’ê ya herêmê bişkênin nikarin mudaxeleyê bikin û ji ber vê yekê bi balefir û helîkopteran herêmê bombebaran dike. Di rojên dawî de ji ber ku leşker nikarin têkevin herêmê bi taybetî balefirên şer û helîkopter li se gundên Nîrkola Serî, Nîrkola Navîn, Nîrkola Binî, Navrezan, Muşe, Beyteran, Bimbate, Turi Tuve difirin û herêmê bombe dikin.
Dîsa ji qereqolên leşkerî bê navber topên obus û hawanê tên avêtin. Bi taybeti li gundên Nehrî, Bimbate, Turi û Tuve welatiyan zarokên xwe şandin cem xizmên xwe şê Rûbarok û Şemzinanê. Welatiyen gundê Nîrkola ku di bin kontrola leşkeran de dikevin gund û derdikevin, diyar kirin ku leşker li gund gazên cûda bikar tînin. Welatiyan anîn ziman ku, şevê din li gundê Navrezan jî balafirên şer herêm dane ber bombeyan.
ŞER Û PEVÇÛN DIDOME
Welatiyan diyar kirin ku, tankên leşkeran di nava gundên Navrezan yê ku hatiye valakirin de rawestiya û li Geliye gundê Nîrkola şer û pevçûnek dijwar heye. Welatiyan anîn ziman ku, gund û herêma Gurimezgeftan, Karani, Begert, Şuhebin, Dolahasanê, Rubunus, Sertep û Gedik û herêma çiyayê Gomanê ji aliyê balafirên şer ve tên bombekirin. Hatezanîn ku bi sedan maşîneyên zirxî û bi sedan endamên Tîmên Tevgera Taybet ên girêdayî Tabûra Tûgaya 34'emîn Hidûdê Şemzînanê, 3'emîn Tabûra Komando ya Çiyê şandin herêma Nirkule û Navarezan.
GUNDÎ: AMBARGOYÊ DIDANIN SER ME
Li gundê Mûşê yê ji 7 mal û 95 kesan pêk tê, di nava dehl û zeviyên gîz, heşîr, rez şewat derket. Di şewatê de 13 donim zevî şewitîn. Di şewatê de dehl u rez wêran bûn. Li aliyê din welatiyên ku xwestin biçin gundê xwe yê Beygozan neçar dimînin ku ji leşkaran destûrê bigirin. Welatiyan anîn ziman ku, leşker zexîreyên wan desteser dikin û benzîna wan ya maşîneyê jî kontrol dikin. Welaiyan destnîşan kir ku, leşker ambargoyê datîne ser wan.
'GAZA ZER, SPÎ Û CÛN DAVÊN HERÊMÊ'
Hate zanin ku, leşkerên derdikevin operasyonêli herêma gundê Nîrkola gazên sipî, zer û cûn bikar tînin. Welatiyan da diyarkirin ku, duh di demjimêr 17.00'an de li newala gund gaza rengê wê zer û spî hate bikar anîn. Welatiyan anîn ziman ku heta niha 3 caran ev gaz hatiye bikar anîn û berê rengê spî û cûn derdikeve û pişt re rengê reş dibe. Welatiyan aşkera kir ku, bi fikarin ku leşker çekên kimyawî bikar tîne. Welatiyan bilêv kir ku, li herêmê 10 rojin qadên daristanî tên şewitandin û leşker destûr nade ku welatî mudaxele bikin.