Ji tabûrên Diravan û Giraneyê yên girêdayî bajarokê Rûbaroka ser bi Şemzînan Colemêrgê ve heya sibehê top hatin barandin. Li bejahiyên Geverê jî agahiyên şer tên, her wiha hat ragihandin ku, balefirên şer herêmên Sat û Gundî bombebaran dikin.
Bi rojane li Rûbarokê operasyon û cih cih jî pevçûn çêdibin, duh şev jî heya sibehê top hatin avêtin. Duh şev ji demjimêrên 23.00’an heya sibehê ji tabûrên Diravane û Giraneyê Herêmên Parastina Medyayê yên di bin kontrola gêrîlayan de bi obîs û hewana hatin top baran kirin. Ji tabûran Çiyayê Guvendê, Kelît û xeta sînor ya 89 hatin topbaran kirin.
Hat hînbûn ku, ketin û derketinên Gundên Diravane, Rîzî û Kelît yên Rûbarokê hatin qedexekirin. Hat diyakirin ku, gundî 3 rojin li Şemzînan û Rûbarokê mane, nikarin biçin malên xwe. Her wiha ragihandina gundên hatine qedexekirin jî qut kirine.
LI BEJAHIYA GEVERÊ ŞER Û BOMBEBARAN
Hat hînbûn ku, li sêgoşeya herêma Sat, Weregoz-Geperê pevçûn derketiye. Hat zanîn ku, îro jî hêjmarek zêde leşker bi helîkopteran danîne herêma şer, her wiha hat ragihandin ku, li gundên herêma Doskiyan jî dengê çek û teqînan tê. Herêmên Sat û Gundî jî ji aliyê balefiran ve têne bombebaran kirin. Herêma ku pevçûn û tevgerbûyîn lê heyî di demjimêrên sibehê de helicopter çûn herêmê. Li herêmê ji hewa û bejahiyê tevgerbûyîn didome.
LI ÇIYAYÊ HESKELÊ ŞEWATA DARISTANÊ
Li aliyê din, di demjimêrên şevê de di encama topbarana artêşa Tirk ya li dijî Çiyayê Heskêl ya girêdayî Çelê de şewat derket.
Yekîneyên leşkerî yên li Girê Qiyanis yên Çelê dimînin, destpêkê guleyên rewneqê avêtin Çiyayê Heskêl piştre dan ber topban. Di encama topbaranê de li herêma daristan ya çiya de şewat derket. Agir her ku diçe gurtir dibe.