Li Şemizînanê kontrolên rê yên leşkerî hatin rakirin

Li Şemizînanê kontrolên rê yên leşkerî hatin rakirin

Piştî pevçûnên dijwar ên li navçeya Şemizînana Colemêrgê, nûqteyên kontrolê yên leşkerî yên li ser rêya Gever-Şemizînan hatin rakirin.

Piştî pevçûnên dijwar ên li Şemizînan û navçeyên din ên Colemêrgê, artêşa Tirk dest bi sererastkirinên yekîneyên leşkerî kir. Nûqteyên kontrolê yên leşkerî yên bi salan in li ser rêya Gever-Şemizînanê bûn hatin rakirin û hemû kotrolên li pêşiya qereqola Harûnan hatin rakirin.

Artêşa Tirk nikare di erdê re li herêmê tevbigere, ji ber wê jî leşkerên xwe bi helîkopteran vediguhêze.

Herêma berfireh a li derdora Şemizînanê ji 23’yê tîrmehê ve di bin kontrola gerîlayan de ne. Her wiha, derdora navçeya Çelê jî ji 4’ê tebaxê ve di destê gerîlayan de ye.