Li Şemizînanê çalakiyên gerîlayan berdewam dikin

Li Şemizînanê çalakiyên gerîlayan berdewam dikin

Gelek deverên derdora navçeya Şemizînana Colemêrgê ji 23’yê tîrmehê ve di destê gerîlayan de ye. Li gorî agahiyên hatine lidarxistin, gerîlayan şevê din li Qeymeqamtiya Şemizînanê xistin û çalakiyên sabotaj û sûîqestî li hemberî karwanên leşkerî yên dixwestin bikevin herêmê li dar xistin. Di encamê de artêşa Tirk nekarî bikeve herêmê û tenê ji hewa ve bombebaran dike.

Gerîlayên HPG’ê duh li ser rêya di navbera Gever û Şemizînanê de asayîş danîn û zêdetirê 50 wesayît hatin rawestandin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, gerîlayan li wir propaganda kirine û behsa tevgera gerîla ya li Şemizînanê kirine.

Her wiha, gerîlayên HPG’ê şevê din li navçeya Şemizînanê li dijî avahiya qeymeqamtiyê çalakiyek li dar xistin. Li gorî agahiyan kuştî û birîndarên artêşa Tirk hene, lê hejmara wan nehat zelalkirin. Piştî çalakiya gerîlayan yekîneyên tîmên taybet xwestine bi karwanekê bikevin herêmên di bin kontrola gerîlayan de. Hat diyarkirin ku gerîlayan li dijî karwanê leşkerî çalakiyên suîqest û sabotajê pêk anî û di encamê de karwan neçar ma şûn de vegere.

Her wiha, şevê din, artêşa Tirk ji bajaroka Rûbarokê jî hêzên teqwiye şand cihê bûyerê. Di rê de ev karwanê leşkerî yê ji Rûbarokê jî dihat li rastî çalakiya gerîlayan hat, di encamê de du wesayîtên zirxî yên “akrep” ji aliyê gerîlayan ve hatin rûxandin û karwanê leşkerî paş de vegeriya.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk piştî ku nekarî bi rêyên bejahî derbasî herêmê bibin, bi balefirên şer û kobrayan herêmê bombebaran kirin.

Hêjayê gotinê ye ku Şer û pevçûnên li navçeya Şemizînan a Colemêrgê ji 23’yê tîrmehê ve berdewam dikin. Rêya bejahî ya di navbera Şemizînan-Rûbarokê de ev 12 roj in hatine girtin. Artêşa Tirk Çiyayê Gomanê ya li nêzî navçeyê dibe ber obîs û hewanan.

Li gorî agahiyan tevî girên Konserve û Garê, gelek herêmên din di bin kontrola gerîlayan de û gerîlayên HPG’ê 35 km ketine nava xaka navçeyê. Her çendî artêşa Tirk tu daxuyaniyek nade lê Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan got; “Niha li 35 km hundirê sînor li derdora Şemizînanê gerîla hene. Bi vî awayî gotinên hundir û dersînor jî êdî dibin çîrok.” Karayılan destnîşan kir ku ev yek ne tenê li Şemîzînanê, niha li Botan-Zagrosê hemû wisa ye.