Li Teşrînê şerê dijwar: HSD 2 kîlometreyên din bi pêş de çû

Hat ragihandin ku şer li lojmanên li bajarokê Teşrînê giran bûye. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, hêzên HSD'ê yên Bendava Teşrînê derbas kirin, 2 kîlometreyên din ber bi rojava ve çûne.

Piştî kontrolkirina Bendava Teşrînê, şerê li bajarokê Teşrînê giran bû.

Hat ragihandin ku şer li lojmanên li bajarokê Teşrînê giran bûye. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, hêzên HSD'ê yên Bendava Teşrînê derbas kirin, 2 kîlometreyên din ber bi rojava ve çûne.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, wesayîteke bombebarkirî ya ji aliyê Minbicê ve ber bi Bendava Teşrînê dihat, bêbandor kirin.

Di şer de gelek çete hatin kuştin. Hat ragihandin ku çeteyan 11 cesed li dû xwe hiştine û reviyane.