Li Taxa Hezawnê ya Minbicê şerên dijwar diqewimin
Li rexê bakur ê Taxa Hezawnê ya Minbicê şerên giran rû didin.
Li rexê bakur ê Taxa Hezawnê ya Minbicê şerên giran rû didin.
Li rexê bakur ê Taxa Hezawnê ya Minbicê şerên giran rû didin.
Operasyona “Fermandarê Şehîd Faysal Ebû Leyla” ya ku bi armanca ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgarkirina Minbicê di 1’ê Hezîranê de destpê kirî, di roja 38’emîn de didome. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li Taxa Hezawnê bi çeteyên DAÎŞ’ê re ketine nav şerên dijwar. Di şer de ku demek nêz destpê kir, bi dehan çete hatin kuştin.
Ji çeteyên hatine kuştin, cenazeyên 7 çeteyan li gel çek û cebilxaneyan ket destên şervanên Minbicî.
Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar dikin ku ji sedî 65’ê taxê ketiye kontrola şervanan, niha şerê li Hezawnê û pêşdeçûna şervanan didome.