Li Tarsûsê polîsan êrîşî çalakiya dengderxistinê kirin
Gel ê ku li Tarsusê êrîşên dewleta Tirk ê li Kurdistanê bi çalakiya dengderxistinê protesto dikir rastî êrîşa polîsan hat.

Bi sedan kes ji bo protestokirina wehşet û qetlîamên ku AKP’ê li ser gelê Kurd dimeşîne, li Taxa Fahretînpaşa ya navçeya Tarsus a Mersînê kom bûn, çalakiya dengderxistinê pek anîn. Gel ê ku bi teneke, def, beroş û taweyan deng derdixist rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê, bombeyên deng û guleyên rast hat. Li hember êrîşa polîsan gel dest bi berxwedanê kir. Polîsên ku di ketina taxê de bi gelek wesayîtên zirxî hatine bicihkirin, êrîşa xwe ya bi bombeyên gazê û guleyên rast domandin. Polîsê ku ji milekî tax di bin ewrê gazê de hiştin ji milekî din jî ji wesayîtên zirxî li der dor ketober gule reşandin.