Li Taksîmê polîsên Tirk êrîş bir ser girseya ku qetlîam protesto dikir
Di pêşengtiya Rêxistina HDP’ê ya bajarê Stenbolê li qada Galatasarayê hêzên demokrasiyê bi armanca protestokirina qetlîamên li Kurdistanê kom bûn, polîsan êrîş kir.
Di pêşengtiya Rêxistina HDP’ê ya bajarê Stenbolê li qada Galatasarayê hêzên demokrasiyê bi armanca protestokirina qetlîamên li Kurdistanê kom bûn, polîsan êrîş kir.
Di pêşengtiya Rêxistina HDP’ê ya bajarê Stenbolê li qada Galatasarayê hêzên demokrasiyê bi armanca protestokirina qetlîamên li Kurdistanê kom bûn, polîsan êrîş kir. Polîsên dewleta Tirk bi bombeyên gazê û ava şit êrîşî girseyê kirin, Cadeya Îstîklalê ya Taksîmê dorpêç kirin û 8 kes binçav kirin.
Hêzên demokrasî yên ku dixwest qetlîamên li Kurdistanê protesto bikin, li qada Galatasarayê rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan qada Galatasarayê dorpêç kirin û polîsan êrîşî girseya ku dirûşmên “ Bijî Serok Apo “ û “ PKK Gel E, Gel Li Vir E” gotin, kirin.
Polîsên bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseyê kir 8 kes derb kirin û binçav kirin. Girseya ku li Cadeya Îstiklal a Taksîmê bertek nîşanî bûyeran da û dirûşmên “ Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” qîr kirin û polîsan li ser vê dîsa êrîşî girseyê kir. Li Taksîmê hê nearamîbûn didome.