Li Swîsreyê di her gavê de azadî deng vedide
Kurdistaniyên ku meşa azadiyê ya li Swîsereyê ya dabûn destpêkirin di roja 2. de bi moral berdewam dikin. Di meşê de ji bo azadiya Ocalan qîr kirin û dewleta Tirk şermezar kirin.
Kurdistaniyên ku meşa azadiyê ya li Swîsereyê ya dabûn destpêkirin di roja 2. de bi moral berdewam dikin. Di meşê de ji bo azadiya Ocalan qîr kirin û dewleta Tirk şermezar kirin.
Meşa azadiya ya ji bo protestokirina salvegera komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Swîsreyê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 2. de bi moralek mezin berdewam dike. Baskê 2. ê meşê bi dirûşmên “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” di saetên sibehê de destpê kir. Di tevahiya rojê de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qetlîamên di pêşengtiya Erdogan û AKP’ê de yên ku dewleta Tirk li Cizîrê pêk tîne.
Dirûşmên azadî ji bo Ocalan li tevahî bajar û kolanan deng veda, welatiyên Swîsreyî jî bi çepikan piştgirî dan meşvanan.
Meşvanên alên PKK, KCK, YPG, MLKP û PYD’ê hilgirtin, di her bajarê ku tê re derbas dibûn bû sedema dîmenên bi rengîn, daxwaza azadiya Ocalan li her kêliyê anîn ziman.
Meşvan wê di saetên şevê de beşdarî mîtînga li bajarê Bren ê Swîsreyê bibin û wê dawî li meşa xwe bînin.
OCALAN ARMANCA KOMPLOYÊ VALE DIRXIST
Li aliyê din di saetên şevê de baskê 1. ê meşê temam bû, piştre têkildarî meşê panelek hat lidarxistin. Panêla ku li Bîel Restoran Romanê hat lidarxistin, Nûnera KNK’Ê Sorgul Karabûlût, Parlamenterê Konseya Federal a Partiya Sosyalîst Hans Stocklî jî beşdar bûn.
Di axaftinên panelê de hat diyarkirin ku komploya li dijî Ocalan, di kesayeta Ocalan de li hember tevahî gelê Rojhilata Navîn pêk hatiye. Anîn ziman ku di rewşa heyî de siyaseta Ocalan dayî pêş armanca komployê vale derxistiye.