Li Swîsreyê çalakiyên ciwanan dewam dikin

Ciwanên li bajarên Swîsre Zurîch û Baselê li hev civiyan, berxwedana ciwanên li Kurdistanê silav kirin.

Ciwanên li bajarên Swîsre Zurîch û Baselê li hev civiyan, berxwedana ciwanên li Kurdistanê silav kirin.

ZURÎCH

Bi pêşenciya Ciwanên Azad, ji bo xwedîderketina li xweseriya Demokratîk û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdistanê, li strasyona trenê ya navendî ya Zurîchê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de li ser terora dewletê ya li Kurdistanê tê meşandin, agahî hat dayîn.

Piştî vê çalakiyê ciwan bi heman armancê çûn balafirgeha Zurîchê û li vir jî nerazîbûn nîşanî terora dewleta Tirk dan. Ciwanan belavok xwendin û der barê berxwedana li Kurdistanê de agahî dan rêwiyan.

BASEL

Bi pêşengiya Ciwanên Azad li Baselê jî ciwan bi heman armancê hatin cem hev û meşiyan. Tevî astengiya polîsan jî meşa ji Heûwaage destpê kir li Markt Platzê bi dawî bû.

...