Li Surguyê deholvan hate girtin

Li Surguyê deholvan hate girtin

Li bajarokê Surgu yê navçeya Wêranşarê deholvan Mustefa Evşî yê di lînckirina Elewiyan de rolê wî heyî hate girtin.

Li bajarokê Surgu yê navçeya Wêranşara Meletiyê, bûyera ku li ser nîqaşa deholvan mezînbûyî û piştre mala malbata Elewî dane ber keviran û hewildan malbatê lînc bikin. Bi fermana Dozgeriya Komarê ya Wêranşarê ku di derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin, 24 kes hatin binçavkirin. piştî lêpirsîna li dozgeriyê 23 kes serbest hatin berdan, deholvanê meha Remezanê Mustefa Evşî jî ji aliyê dadgeha nobedar ve hate girtin.