Li Sûrê sewqiyata leşker û polîsan didomin

Di roja 25. a dorpêça li ser Sûrê de topbaran û teqînên dijwar didomin, li ser cadeyên navendî yên Amedê trafika wesayîtên zirxî zêde ne.

Di roja 25. a dorpêça li ser Sûrê de topbaran û teqînên dijwar didomin, li ser cadeyên navendî yên Amedê trafika wesayîtên zirxî zêde ne. Li navçeyên Yenîşehîr û Baglarê ji bilî wesayîtên zirxî yên Akrep û Ûral ê ku her tim dewriye digerin, hat ragihandin ku gelek otobusên polîsan, Akrep, Ûral û wesayîtên Ranger şandine Sûrê.

Li cem vê, cenazeyên Sevîktek û Oral ên bi rojan e li hewşa dibistanê tên rawestandin ji ber astengiya hêzên dewleta Tirk nayê girtin.