Li Sûrê şer dijwar bû
Şerên ku li navçeya Sûrê ya 20 roj in didome di saetên şevê de heta Mizgefta Nebî belav bû.
Şerên ku li navçeya Sûrê ya 20 roj in didome di saetên şevê de heta Mizgefta Nebî belav bû.
Di çarçoveya daxwaza xwerêveberiyê ya li navçeya Sûr a Amedê ku 20 roj in li hember pêkanînên qirkirinê ya dewleta Tirk berxwedana gel li kolanan berdewam dike.
Di saetên şevê de li Sûrê dengên şer bilind bû. Dengên çekan û teqînên li derdora Mizgefta Nebî ji navçeyên din hat bihîstin.
Ji saetên sibehê ve bi dehan ambûlans hatin Sûrê ya ku dorpêç lê berdewam dike.