Li Sûrê şer didome
Li Sûrê ya ku li dijî êrîşên hêzên dewleta Tirk berxwedan di roja 45. de didome, ji taxên bi topan tên bomberdûmankirin dûman bilind dibin.
Li Sûrê ya ku li dijî êrîşên hêzên dewleta Tirk berxwedan di roja 45. de didome, ji taxên bi topan tên bomberdûmankirin dûman bilind dibin.
Li navçeya Sûr a Amedê li dijî operasyon îmhayê berxwedana gel di roja 45. de didome. Êrîşên hêzên dewletê li hember bajar her roj dijwartir dibin, bi topan tax tên bomberdûmankirin. Di êrîşên bi çekên giran ên li dijî jiyangehên gel de mal tên şewitandin, hilweşandin, li ser bajar dûmanek giran heye.
Li asoyê navçeya ku berxwedan lê heye, tevgera helîkopteran didome.