Li Sûrê şer: 2 leşker mirin, 1 jê giran 3 leşker birîndar in/ HAT NÛKIRIN

Di şerê bi bersivdayina YPS’ê ya li dijî êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li hember Sûrê de 2 leşker mirin, “ jê giran 3 leşker birîndar bûn.

Bi dorpêça 66 rojan a li ser navçeya Sûr a Amedê ve êrîşên hêzên dewleta Tirk jî didomin. Hêzên dewletê yên bi çekên giran êrîş birin ser 6 taxên hatine dorpêçkirin rastî bersivdayina hêzên YPS’ê hatin. Li gor agahiyên fermî yên rayedarên dewleta Tirk di şer de 5 leşker hatin birîndarkirin.

Li gor agahiyên fermî yên rayedarên dewleta Tirk ji leşkerên ku rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê 2 mirin, 1 jê giran tedawiya 3 leşkeran jî hê li nexweşxaneyê didome.