Li Sûrê polîsan malek şewitand
Êrşên polîsan ên li navçeya Sûrê ya Amedê berdewam dike, ji ber bombeavêjan maleke li taxa Fatîhpaşa şewitî.
Êrşên polîsan ên li navçeya Sûrê ya Amedê berdewam dike, ji ber bombeavêjan maleke li taxa Fatîhpaşa şewitî.
Êrşên polîsan ên li navçeya Sûrê ya Amedê berdewam dike, ji ber bombeavêjan maleke li taxa Fatîhpaşa şewitî.
Di çarçoveya qedexeya derketina kolana ya li navçeya Sûrê ya Amedê polîs ev du roj in êrîşî cihên dîrokî dikin û dişewitinin. Niha jî bi bombeavêjan dest bi şewitandina malan kirine. Di encama bikaranîna bombeavêjan de maleke nêzî mizgefta Kûrşûnlû ya taxa Fatîhpaşa şewitî.
Hat diyarkirin ku li mala şewitî endamên malê ji dûmanê bandor bûne û ji aliyê welatiyan ve ji malê hatine derxistin. Agir berîya ku mezin bibe hat vemirandin.
Ji ber sedema şerê ku li navçeyê tê jiyîn dengê çekan bilind dibe.
Ji bo protestokirina êrîşên ku li Sûrê tê jiyîn li navçeya Çinar û Bismil ên Amedê jî çalakiya dengderxistinê pêk hat.
Li navçeya Çinarê meşa ku di pêşengtiya DBP’ê û HDP’ê de bi erebane lêxistin, bi beroj û tepsîyan deng derxistin. Meş bi çepik, tilîlî û dirûşmên “ Kurdistan goristan ji bo faşîstan” hat gotin. Welatiyan jî bi vekirin û vemirandina ampûlan, çepik û tilîliyan piştgirî dan çalakiya dengderxistinê. Çalakî nêzî nîv saetê dom kîr, girse li pêşiya avahiya DBP’ê ya navçeyê kom bû û dawî li çalakiya xwe anî.
Li Bismilê jî bi armanca êrîşên li Sûrê protesto bikin meş pêk anîn. Di nav girseyê de jî Hevşaredara Bismilê Cemîle Emînoglû û sedan kes ber bi Cadeya 15. ketin meşê. Di meşê de bi tenekan, erebane, beroş û fîtikan deng derxistin û dirûşmên “ Bijî berxwedan Sûrê” , “ PKK gel e, gel li vir e” û “ Bijî Serok Apo” hatin gotin.
Cihên ku girse derbas tê re dibû jî welatiyan bi vemirandin û vekirina ampûlan, tepsî, beroşan deng derxistin piştgirî dan çalakvanan. Girse heta qada Taxa Newrozê meşiyan û ji wir jî bi awayek bêdeng belav bû.