Li Sûrê pirsgirêka birçîbûnê destpêkir!

Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Sûrê diyar kir ku terora dewletê didome û êdî pirsgirêka pêdiviyên jiyanî û dermanan destpê kiriye. Li navçeyê, polîsan dest bi serdegirtina malan kirine.

Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Amed’ê ji bo kiryarên terorane yên dewletê daxuyaniyek nivîski weşand. 

“Li navçeya Sûrê ya Amedê qedexeya kolanan hin zêdetir hate berfirehkirin û didome. Li navçeya Sûrê polîsan bendên xwe zêdetir kirin. Êdi pirsgirêkên cîdî yên xwarin, av û dermananan destpê kiriye. Li gelek taxan elektrîk hatiye qutkirin.

Daxuyani wiha didome: 

‘NEXWEŞXANE, FIRIN TÊN ASTENGKIRIN’

“Li navçeya Sûrê heta îro du kesên pîr , 15 zarok û 8 jin bi gişti 25 kes birîndar bûne. Di encama êrîşên helîkopteran de 18 mal hatin ruxandin û kesên sivîl ên ku di van malan de dijiyan bi zorê canê xwe xelas kirine. Her wiha du mal di encama bombarana helikopteran de ziyan dîtin û di van malan de 2 jin û 2 zarok birîndar bûn. Kesên birîndar ji ber destûr nadin bibin nexweşxaneyan her ku diçe rewşa wan xirab dibe. 

Firina, tevî 4 rojên qedexeya kolanan jî nan çêdike, ji aliyê polîsan ve hate qedexekirin. Ev firina bê pere nan li gel belav dikir. Ji ber qedexeya polîsan a li ser vê firinê edî taxên ku qedexeya derketina derve li ser heye bi awayek cîdî birçîbûn destpê kiriye.

POLÎS ÊRÎŞÎ SER MALAN DİKE

Li aliyê din polîsan li taxan dest bi êrişa li ser malan kirin. Di êrîşa malan de polîsan dayika 6 zarokan a bi navê Mûazzez Aşan (47) a li kolana Yikikkaya ya dikeve taxa Fatîhpaşa binçav kirin. Aşan birin Şaxa TEM a Emniyeta Amedê, her wiha hinek kesên ku navên wan ne hate zanîn ji hatine binçavkirin.