Li Sûrê ji ber êrîşan agir bi 3 malan ket

Ji ber bombe û topbarana ji aliyê tîmên taybet û leşkerên Tirk ve tên kirin, li Sûrê agir bi 3 avahiyan ket.

Ji ber bombe û topbarana ji aliyê tîmên taybet û leşkerên Tirk ve tên kirin, li Sûrê agir bi 3 avahiyan ket.

Li navçeya Amed Sûrê qedexeye derketina derve di roja 28. de berdewam dike û ji duh şev ve ye şerekî dijwar li navçeyê diqewime. 

Hate ragihandin ku li derdora Mizgefta Kûrşûnlûyê malek, li jora Minara Çarling jî 2 mal ji ber topbaran û gulebarana hêzên dewletê şewitîn. Ji ber êrîşan komên agirkujiyê jî nikarin agir vemirînin û nayê zanîn ku di avahiyan de welatî hene yan na. 

Li Sûrê, bi taybet li dora Minara Çarling, Mizgefta Kûrşûnlû û li taxên Hasirli û Savaşê dengê çek û teqînan bilind dibe.