Li Sûrê êrîşên hêzên dewletê dijwar dibin, her wiha berxwedana gel jî didome. Hate diyarkirin ku kesên di êrîşên tîmên taybet de birîndarbûyî hene. Parlamentera HDP’ê Demîrel jî wiha bang kir: “Divê Amed rabe ser piyan!”
Li navçeya Sûrê ya Amedê êrîşên hêzên dewletê di roja 4. a ‘qedexeya kolanan’ de zêde bûn. Navçe ji aliyê bi sedan tîmên taybet hatiye dorpêçkirin. Ji ber êrîşên li hember taxên qedexekirî ji gelek nuqteyan dûman radibin. Hêzên dewletê bi helîkopteran ji hewayê êrîş dikin, ji bejahiyê jî wesayîtên zirxî bikar tînin.
Hate diyarkirin ku di êrîşê de gelek kes birîndar bûne, lê berxwedana gel jî didome.
Li nêzî Taxa Hasirli kesekî ku navê wî nehate zelalkirin bû hedefa tîmên taybet û nema agahî jê hate girtin. Guleya bombeavêjê ya ket mala Elîf Yildiz jî mal şewitand.
POLÎS ÊRÎŞ DIKE, GEL LI BER XWE DIDE
Gel li hember êrîşan li Cadeya Melîkahmet kombû, dest bi çalakiya dengderxistinê kir. Di çalakiyê de dengên dirûşman bilind bû, polîsan bi guleyan, bombeyên gazê û avaşid ve êrîş kir. Ji ber êrîşa polîsan pevçûnê rû da.
‘DIVÊ AMED RABE SER PIYAN’
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrel bang li gelê bajar kir û wiha got: “Li Sûrê xeteriya komkujiyê heye, divê tevahî gelê Amedê rabe ser piyan û ji vê komkujiyê re bibêje bisekine.”