Li Sûrê avahiya ku sivîl lê ne hat bombekirin

Li navçeya Sûr a Amedê ku dorpêç û êrîş 86 roj in dewam dikin, hat ragihandin ku avahiya sivîl lê ne hate bombekirin û gelek welatiyên sivîl birîndar bûne.

Li navçeya Sûr a Amedê ku dorpêç û êrîş 86 roj in dewam dikin, hat ragihandin ku avahiya sivîl lê ne hate bombekirin û gelek welatiyên sivîl birîndar bûne.

Li navçeya Sûr a Amedê ku dorpêç û êrîş 86 roj in dewam dikin, qada 200 sivîl ku pitik, kal û birîndar jî tê de asê mane tê bombekirin. Li navçeya Sûrê ku bombekirin domahiya rojê dewam kir, di encama bomberdûmanê de zarok jî tê de gelek welatî birîndar bûn. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp diyar kir ku di nav welatiyên birîndarbûyî de zarokekî tiliya xwe winda kiriye, wiha axivî: “Ji ber pirsgirêka têkîlî danînê, em têkîldarî hejmar û rewşa birîndaran de nikarin agahiyan wergirin.”