Li Stewrê protestoya terora AKP'ê

Êrîşên li dijî gel û pêkanînên rewşa awarte yên li ser bajarên Kurdistanê li Stewrê hatin protestokirin.

Êrîşên li dijî gel û pêkanînên rewşa awarte yên li ser bajarên Kurdistanê li Stewrê hatin protestokirin.

Welatiyên li Taxa Barmanê hatin cem hev, dowîzên “Bijî Berxwedana Sûrê, Kerboran, Nisêbîn, Silopiya” rakirin, dirûşmên “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” qîr kirin.

Piştî meşê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevseroka Rêxistina HDP’ê yê Stewrê Şîrîn Erturk axivî, berxwedanên gel ên li Nisêbîn, Kerboran, Cizîr, Silopiya û Sûrê silav kir. Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Navçeyê Selahattîn Onder jî wiha got: “Em ê Kurdistanê ji vê zîhniyeta faşîst paqij bikin."

Onder diyar kir ku wê têkoşînê mezin bikin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Wê li dijî zaliman mazlûm bi ser bikevin. Wê zalim di nav xendekan de bên veşartin."

Piştî daxuyaniyê, çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.