Li Stenbolê dê Şêx Seîd bimeşekê bê bibîranîn

Li Stenbolê dê Şêx Seîd bimeşekê bê bibîranîn

Şêx Seîd û hevalên wî ku di sala 1925’an ji aliyê rejima Dewleta Tirk ve hatin darvekirin, 30’ê Pûşperê di 87’mîn salvegera darvekirinê de wê bi meşekê li Stenbolê bê bibîranîn.

Beriya meşa ku wê bi piştgiriya saziyên Mazlûm-Der, Weqfa Med-Zehra, Nûbihar, Fatîh Akincilari û Weşana Zehra li Mizgefta Fatîhê dê nimêja nîvro bikin û ber bi Parka Fatîh Saraçhaneyê bimeşin.

Hat hînbûn ku, piştî meşê ji malbata Şêx Seîd, Seyda Diyaddîn Firat û du şahidên serhildanê dê biaxivin.