Li Şirnexê xaniyê ku çeteyên Qesrê ketin hundir hat teqandin

Li Şirnexê, danê sibehê li xaniyekî ku çeteyên Qesrê ketin hundi teqînekê rû da. Hat ragihandin, di binê xirbeyê vî xanî de, mirî û birîndarên çeteyên Qesrê hene.

Li Şirnexê berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî êrîşên qirkirinê di roja 56’an de didome. Taxên Yenî û Bahçelîevler bi tankan tevahiya şevê hatin bombekirin. Li taxên tên bombekirin, bi taybetî li taxên Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê şer giran e.

Ji wesayîtên zirxî jî bênavber bi çekên giran gule li taxên berxwedanê tên reşandin. Li taxa Bahçelîevlerê saet di 05.00 de çeteyên Qesrê ketin hundirê avahiyekê. Û li vê avahiyê teqîneke dijwar rû da.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, avahiya ku çeteyên Qesrê xwestin weke biryargehê bi kar bînin, ji aliyê hêzên YPS/YPS-JIN’ê ve hat teqandin û gelek kuştî û birîndarên çeteyên Qesrê hene. 

Piştî teqînê gelek ambûlansan berê xwe dan cihê bûyerê û kuştî û birîndarên çeteyên qesrê rakirin.

Çeteyên Qesrê yên ku piştî teqîna avahiyê vekişiyan, piştre bi obûsan tax bombe kirin û ji ber vê bomberdûmanê şewat bi gelek xaniyan ket. Şerê li taxê yê di navbear hêzên YPS/YPS-JIN’ê û çeteyên Qesrê hînê bi dijwarî dewam dike.

Taxên Yenî, Cûmhûriyet û Îsmetpaşa yên bajêr tên bombekirin. Bi taybetî taxa Yenî ev du roj in bênavber bi obusan tê bombekirin. Şerê li vê derê jî didome.

Li ser Şirnexê liv û tevgera balafirên bêmirov û helîkopteran jî dewam dike.