Li Şirnexê sewqiyata leşkerî

Tîmên taybet ên Tirk li nuqteyên stratejîk ên navenda Şirnexê hatin bicihkirin, li ser banên avahiyan sekvan tên danîn.

Tîmên taybet ên Tirk li nuqteyên stratejîk ên navenda Şirnexê hatin bicihkirin, li ser banên avahiyan sekvan tên danîn. YDG-H’ê jî da xuyakirin ku pêr li Taxa Dîcleyê 4 tîmên taybet birîndar bûn, çawîşekî pispor jî hate kuştin.
Hêzên dewletê bi rojan e êrîşî navenda bajarê Şirnexê dike, dest bi sewqiyata leşkerî ya zêde kir. Li gor agahiyên hatin bidestxistin; li navenda Şirnexê li Hekîmevî, nexweşxaneya kevn, nexweşxaneya diranan, avahiya Midûriyeta Bajar a Daristanê û li nuqteyên xwedî girîngiyek stratejîk tîmên taybet tên bicihkirin, her wiha sewqiyatên çekên giran û cebilxaneyan tên kirin.

Hate ragihandin ku ji bo avahiyên behsa wan hatin kirin, bi kîsan kûm hatin kişandin û ji bo çeperan û bicihkirina sekvanan li şibake û banan hatin danîn. Li cem vê jî gel diyar kir ku tîmên taybet ên li hekîmevî hatine bicihkirin ji bo gel malên xwe vala bikin, wan tehdît dikin û heqaretan li wan dikin.

Dîsa, Tevgera Ciwanên Welatparêz Şoreşger (YDH-H) di daxuyaniya xwe ya li ser tevna civakî de da xuyakirin ku pêr li Taxa Dîcle 4 tîmên taybet birîndar bûn û li derdora avahiyên Midûriyeta Bajar a Daristanê jî çawîşekî pispor hate kuştin.