Li Şirnexê li ser navenda tîmên taybet çalakî

Li Şirnexê hêzên YPS û YPJ li hember navenda tîmên taybet ên Tirk çalakî li dar xistin û avahiya mîna biryargeha tîmên taybet ên Tirk bi giştî bêkêr bû.

Terora AKP’ê li ser Şirnexê bê navber berdewam dike, hêzên YPS û YPS Jin’ê  li ser avahiya hêzên taybet ên Tirk ku mîna biryargêhê bi kar tanîn, çalakî li darxistin. Piştî çalakiyê di avahiya di navbera Taxên Dîcle û Cumhuriyetê de şewat çêbû û avahî bêkêr bû. Demeke dirêj ti kes nikarîbû nezî cihê bûyerê bibe. 

Her wiha piştî çalakiya bi roketan a li hember avahiya îdareya taybet a bajêr, polîsên tîmên taybet dest ji Midûriyeta Bajêr a Tenduristiyê ku bi avahiya îdareya taybet ve ye û wek  biryargeha tîmên taybet dihat bikaranîn, berdan.