Li Şirnexê li hember tabûra leşkerî çalakiyek çekdarî
Bi çekan êrîşek li hember tabûra li bajarokê Finik ê girêdayî Basayê hat lidarxistin.
Bi çekan êrîşek li hember tabûra li bajarokê Finik ê girêdayî Basayê hat lidarxistin.
Hat ragihandin ku piştî çalakiyê ji tabûrê herêmên sivîl lê dijîn hatine gulebarandin û welatiyê bi navê Mehmet Başkurt hat birîndarkirin.
Li hember tabûra leşkerî ya li bajarokê Findik ê girêdayî navçeya Basayê ya Şirnexê saet 15:00’an çalakiyek çekdarî hat lidarxistin. Li gorî agahiyên hatin girtin, çalakî bi çekên lûledirêj û bi roketan pêk hatiye û nêzî nîv saetê berdewam kir. Piştî şer, leşkeran malên ku nêzîk in dan ber guleyan. Di encama êrîşên leşkeran de welatiyê bi navê Mehmet Başkut ji çengê xwe birîndar bû. Hat diyarkirin, Başkûrt ê ku birîndar bû piştî ku dermankirina wî ya li Nexwşexaneya Dewletê ya Basayê bi dawî bû, ji bo îfadeyê birine Tabûra Findikliyê.
Hat ragihadin ku piştî şer, helîkopterên Kobra herêm dane ber guleyan.