Li Şirnexê komkujî bi bendan hat protestokirin
Komkujiya Roboskî, di salvegera 4. de li Şirnexê bi danîna bendan û dadana agir hat şermezaririn.
Komkujiya Roboskî, di salvegera 4. de li Şirnexê bi danîna bendan û dadana agir hat şermezaririn.
Gelê Şirnexê bi armanca şermezarkirina komkujiya Roboskiyê û êrîşên li ser bajarên Kurdistanê didomin, li Qada Omer Kabak kom bû. Li bajêr derabe nehatin vekirin û qontax hatin girtin. Bi sedan welatî ji bo tevlîbûna merasîma bîranîna 34 kesan bibin danê sibehê çûn Roboskiyê. Gelê li Qada Omer Kabak hate cem hev jî li ketin û derketina qadê bend danî.
Welatiyan dirûşmên, "Kurdistan wê ji faşîstan re bibe goristan" û "Bijî Berxwedana Kurdistanê" qîriyan û çalakiya xwe didomînin. Ciwanên li qadê agir dadan e, wesayîtan disekinînin û kontrola nasnameyê dikin. Çalakiya welatiyan a li qadê didome.