Li Şirnexê ji bo 12 welatiyan mewlûd hat dayîn

Ji bo 12 welatiyên di êrîşên li Şirnex û navçeyên Cizîr û Silopiyayê hatin qetilirin, mewlûd hate dayîn. Piştî mewlûdê goristan bi awayek girseyî hate ziyaretkirin.

Cenazeyên 12 welatiyên di êrîşên tevkujiyê yên li Şirnex, navçeyên wê Cizîr û Silopiyayê hatibûn qetilkirin, li Goristana Nala rû ya li navenda bajar hatibûn defnkirin. Ji bo 12 kesan li Mala Sersaxiyê ya Taxa Bahçelîevlerê mewlûd hate dayîn. Ligel parlementerên HDP'ê Leyla Bîrlîk, Mahmut Togrul û Tugba Hezer bi sedan kes tevlî mewlûdê bûn. 

GORİSTAN HATE ZİYARETKİRİN

Piştî mewlûdê di pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) de bi sedan kes ber bi goristanê ve dest bi meşê kir. Di meşê de pankarta wêneyên 3 siyasetmedarên jin ên Kurd li ser heyî hate hilgirtin û dirûşmên, "Jin Jiyan Azadî" û "Zordarî Me Bêzar Nakin" hatin berzkirin. 

Girseya hatî goristanê li ser gorên 12 kesan dia xwendin.