Li Şirnexê hêzên dewleta Tirk li mizgeftê dan
Di encama bomberdûmana hêzên dewleta Tirk de di qubeya Mizgefta Hecî Agît Ûgûr a li Taxa Cûmhûriyet a Şirnexê de agir derket.
Di encama bomberdûmana hêzên dewleta Tirk de di qubeya Mizgefta Hecî Agît Ûgûr a li Taxa Cûmhûriyet a Şirnexê de agir derket.
Li Şirnexê ku êrîşên qirkirinê di roja 5’emîn de ye, êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li ser taxan her diçe zêdetir dibe. Hêzên dewletê di çarçoveya plana taxên berxwedanê yek bi yek bi topan hilweşîne û bikevê de tevdigere rastî bersivên hêzên YPS û YPS Jinê tên.
Ji duh êvarî ve ji ber topbarana giran a li ser taxên Dîcle, Cûmhûriyet, Îsmetpaşa û Yeşîlyûrtê gelek avahî şewitîn. Mudaxelekirina agirkujan jî ji aliyê hêzên dewletê tên astengkirin.
Nuqteyek din a dibe hedefa tankên hêzên dewletê jî navendaên baweriya gel in. Di encama bomberdûmana hêzên dewleta Tirk de di qubeya Mizgefta Hecî Agît Ûgûr a li Taxa Cûmhûriyet a Şirnexê de agir derket. Ji ber destûra mudaxelekirina agirkujan nayê dayîn, şewat didome.