Li Şirnexê herî kêm 3 tîmên taybet hatin kuştin
Li Şirnexê êrîşên qirkirinê yên hêzên dewleta Tirk berdewam dikin, di şerên dijwar de herî kêm 3 tîmên taybet hatin kuştin û gelek tîmên taybet jî birîndar bûne.

Êrîşên tank, top û obusan ên li hember taxên berxwedanê yên çeteyên dewleta Tirk berdewam dikin; cih bi cih şerên dijwar pêk tên. Şer li Taxên Yeşîlyûrt, Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Cûmhûriyet û Dicleyê zêde bûne.
KUŞTÎ Û BIRÎNDAR HATIN RAKIRIN
Di navbera çetayên dewletê yên ku xwestin bikevin taxê û hêzên YPS û YPS-Jin de piştî şerên dijwar, gelek ambûlans sewqî herêmê hatin kirin. Hat dîtin ku kuştî û birîndarên xwe bi ambûlansan birin 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan; li ser bajar û herêmên bejahî tevgera zêde ya helîkopteran hat diyarkirin.
Tank, top û obusên ku li derdora bajar bi cih kirine jî taxên Bahcelîevler, Yeşîlyûrt, Dicle, Cûmhûriyet û Îsmetpaşa bê navber bomberdûman dikin.
Ji ber topbaranê di serî de li Taxên Bahçelîevler, Yeşîlyûrt û Cûmhûriyetê û di gelek malan de şewat pêk hatiye.