Li Şirnexê bi tank û fuzeyan êrîşî taxên berxwedêr dikin
Li Şirnexê ji tankên li nêzî Otêla Şehr-î Nûh hatine bicihkirin, Taxa Yeniyê bênavber tê bombekirin. Her wiha ji Gumuştepeyê jî bi fuzeyan êrîşî bajêr dikin.

Li Şirnexê ji tankên li nêzî Otela Şehr-î Nûh hatine bicihkirin, Taxa Yeniyê bênavber tê bombekirin. Tankên ji 23'yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan anîn û li nêzî otêla nav bajêr bi cih kirin, bênavber bajêr bombe dikin û di encama van bombaranan de hat dîtin ku ji taxê duxan hêl dibin.
Her wiha li taxên Yeşîlyûrt, Gazîpaşa û Îsmetpaşayê jî pevçûnên dijwar diqewimin û li gel vê tank, top û obusên li derdora taxên berxwedêr hatine bicihkirin bi awayekî dijwar bajêr topbaran dikin. Li gel vê ji Gumuştepeyê ya ku wek biryargeha tîmên taybet tê zanîn, bi fuzeyan êrîşî Taxa Yeşîlyûrtê dikin.
Her wiha li bajêr liv û tevgera ambûlansan a ji danê sibehê ve destpê kir jî didome.