Li Şirnexê 3 bira hatin girtin

3 birayên 30'ê Tebaxê li Taxa Vakifkent hatibûn binçavkirin, hatin girtin. 3 bira Lokman, Alî û Mustafa Bîlîr ên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.

3 birayên 30'ê Tebaxê li Taxa Vakifkent hatibûn binçavkirin, hatin girtin. 3 bira Lokman, Alî û Mustafa Bîlîr ên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.

30'ê Tebaxê polîsan li Taxa Vakifkent bi ser malbata Bilîr de girtin, bav Mehmet Bîlîr û 3 bira Lokman (32), Alî (25) û Mustafa Bîlîr (30) binçav kirin. Polîsan piştî 3 bira binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. Bav û 3 bira piştî hatin binçavkirin rastî lêdanê hatin û sewqî dozgeriyê kirin. Dozgeriyê piştî îfadeya bav û 3 birayan girt, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeya wan guhdar kir, bav Mehmet Bilir bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat serbest berda û kurê wî Lokman Bilir (32), Ali Bilir (25) û Mustafa Bilir (30) jî bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" biryara girtinê da û şand Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.