Li sînorê Rojava-Bakur xeleka mirovan
Bi hezaran Qamişloyiyan li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê xeleka mirovan çêkirin û komkujiya Botanê şermezar kirin.
Bi hezaran Qamişloyiyan li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê xeleka mirovan çêkirin û komkujiya Botanê şermezar kirin.
Ji bo şermezarkirina komkujiyên ku hikûmeta AKP’ê li dijî gelê navçeya Cizîrê ya Şirnexê li Bakurê Kurdistanê pêk anî ku tê de 60 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran hemwelatiyên bajarê Qamişlo, endamên şaredariyên gel, meclîs û komînên taxan û saziyên sivîl hatin cem hev.
Girseyên gelê Qamişlo ber bi sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê ve ketin rê û li gundê Sêgirka yê li ser sînor kom bûn.
Çalakvanan alên Kurdî, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ocalan, wêneyên şehîdên şoreşa azadiyê û pankart bilind kirin. Di vê navberê de durişmeyên şermezarkirina komkujiya Cizîra Botan û kiryarên tund ên hikûmeta Erdoxan avêtin. Çalakvanan di durişmeyên xwe de Erdoxan wekî qatilê jin û zarokan binav kirin.
Çalakvanan piştî rêzgirtinê xwe wekî xelekekê bi hev girtin, berê xwe dan Bakûr û dirûşm qîr kirin, gotin “Bijî berxwedaniya Cizîrê”, “Qatil Erdogan” û “Bimire AKP”.
Çalakiya Qamişloyiyan a li ser sînorê di navbera Rojava û Bakur de hê bi dirûşmeyan dewam dike.