Li Silopiyê wesayîtên kar hatin şewitandin

Li Silopiyê wesayîtên kar hatin şewitandin

Li Navçeya Silopî ya Şirnexê 2 wesayîtên kar yên di xebata rê de dihatin bikaranîn ji aliyê gêrîlayan hatin şewitandin.

Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin, pêr li 15 km dûrî Bajaroka Besbînê ya girêdayî Navçeya Silopiya Şirnexê gêrîlayên HPG’ê pêşiya karkerên ku di rêya ji bo madena kumirê dixebitin girt. Gêrîlayan 2 wesayîtên kar yên di xebata rê de dihatin bikaranîn şewitandin. Hate zanîn ku, piştî bûyerê li herêmê operasyon hatiye destpêkirin.