Li Silopiyê kesek din jî hat qetilkirin

Li Sîlopiyê welatiyê bi navê Seyfetîn Sîdar ê ji bo telefona xwe şarj bike çû mala cîranê xwe, ev 4 roj in agahî jê nedihat girtin derket hole, ji aliyê tîmên taybet Tirk ve hatiye qetilkirin.

Li Sîlopiyê welatiyê bi navê Seyfetîn Sîdar ê ji bo telefona xwe şarj bike çû mala cîranê xwe, ev 4 roj in agahî jê nedihat girtin derket hole, ji aliyê tîmên taybet Tirk ve hatiye qetilkirin. 

Li taxa Barbaros a navçeya Sîlopî ya Şirnexê welatiyê bi navê Seyfettîn Sîdar ê bavê 2 zarokan e û beriya 4 rojan ji bo telefona xwe şarj bike çû mala cîranê û piştre agahî jê nehat wergirtin, derket holê ji aliyê tîmên taybet ên Tirk ve hatiye qetilkirin. 

Cenazeyê Sîdar piştî 4 rojan li kolanê hate dîtin. Cenazeyê rakirin mizgefta li taxê. 

Sîdarê ji pişta xwe hatiye birîndarkirin gule li pişta wî ketiye û ji dilê wî derketiye. 

Bi qetilkirina Sîdar ve hejmara kesên li Sîlopiyê hatin qetilkirin derket 14 kesan.