Li Silopiyayê polîsên Tirk bombe avêtin mala kesekî ji bedena xwe astengdar

Li Silopiyayê terora dewlet Tirk didome, êrîşên hêzên taybet ên Tirk li hember taxan hê didomin.

Li Silopiyayê terora dewlet Tirk didome, êrîşên hêzên taybet ên Tirk li hember taxan hê didomin. Hat ragihandin ku polîsên hêzên taybet ên Tirk dorpêça xwe ya li hember taxa Nûh û Başakê didomîne, polîsan bombe avêtin mala Şukran Arsû ya ji bedena xwe astengdar û di kêliya dawî de hat rizgarkirin. Hat diyar kirin ku li taxa Nûh nêzî 50 kesan di bodrûma malekê de asê mane.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê terora dewleta Tirk hê berdewam dike, êrîşên tankan û çekên giran a li ser taxan hê jî didome. Hat ragihadin ku hêzên taybet ên Tirk taxa Nûh û Başak dorpêçkirine, polîsên dikevin malan bombeyên destan davêjin malan. Madeyên teqemenî polîs davêjin malan dibe sedema şewitîna malan. Li gorî agahiyên welatiyên taxê, di bodrûma malekê de di nav de zarokên biçûk jî nêzî 50 kesan asê mane. Polîs û tîmên taybet ên Tirk beriya bikevin malan, bombeyên destan davêjin malan, ji ber bombeyên polîsan, Şukran Arsû a ji bedena xwe astengdar di kêliya dawî de ji aliyê malbata wê ve hat rizgarkirin.

Hat diyarkirin ku polîs û hêzên taybet madeyên teqemenî davêjin malan, ev dibe sedema şewitîna malan. Di saetên şevê de êrîşên li hember Taxa Başak hê dijwartir bûn. Gelek malên li Taxa Başak di encama top û bombeyan de hilweşiyane. Hat ragihandin ku ji aliyê wesayîtên zirxî ve tax bi çekên giran tên gulebarandin.