Li Silopiyayê hêzên dewleta Tirk Bîlgîn qetil kirin
Îbrahîm Bîlgîn (18) ê ku ji ber gulebaran hêzên dewleta Tirk a li ser Silopiyayê gule li singê ketibû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Îbrahîm Bîlgîn (18) ê ku ji ber gulebaran hêzên dewleta Tirk a li ser Silopiyayê gule li singê ketibû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Îbrahîm Bîlgîn (18) ê ku li pêşiya mala xwe ya li Taxa Yeşîltepe ya navçeya Silopiya ya Şirnexê ji ber gulebarana hêzên dewleta Tirk ji singa xwe birîndar bû û rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê, jiyana xwe ji dest da.
Piştî birîndarbûna Bîlgîn, Parlamentera HDP’ê Aycan Îrmez tevî bang li ambûlansê kir jî ambûlans dereng hat cihê bûyerê. Ev jî hêrs û bertekên mezin li cem gel ava kirin.
Hate diyarkirin ku kesekî navê wî nehatiye zelalkirin jî li Taxa Karşiyaka ji ber gulebaranê hatiye birîndarkirin.
Tevî ku ji ber êrîşên di qedexeya 6 rojan de gelek kes birîndar bûne jî neçûne nexweşxaneyan.