Li Silopiyayê êrîş didomin: Kesek bi giranî birîndar bû
Li Silopiyayê ku terora dewleta Tirk di roja 19. de didome, wek Cizîrê, bi topbarana ji tankan ve gel neçarî koçkirinê dikin.
Li Silopiyayê ku terora dewleta Tirk di roja 19. de didome, wek Cizîrê, bi topbarana ji tankan ve gel neçarî koçkirinê dikin.
Li Silopiyayê ku terora dewleta Tirk di roja 19. de didome, wek Cizîrê, bi topbarana ji tankan ve gel neçarî koçkirinê dikin. Di encama gulebarana hêzên dewleta Tirk de Omer Yalman (45) bi guleyek li singa wî ket ve bi giranî birîndar bû, ji ber dijwartiya êrîşan jî kes nikare rake nexweşxaneyê.
Li Silopiyayê li dijî îradeya xwerêveberiyan terora dewleta Tirk di roja 19. de didome, artêşa Tirk li dijî êrîşên taxên berxwedêr topbaran û gulebaranên ji wesayîtên xwe yên zirxî zêde kir. Ji ber topbarana ji tankan li gelek taxên navçeyê mal hilweşiyan.
Hêzên devlete li dijî gelê ku malên xwe tevî topbaranê jî terk nake, gule barand. Omer Yalman dema hewl da ji Taxa Başak ber bi Taxa Barbarosê biçin ji aliyê tîmên taybet ên Tirk hat gulebarankirin û ji singa xwe ve ji ber guleyan bi giranî birîndar bû. Yalman ji aliyê xizmên xwe ji cihê ku gule lê ket hat wergirtin, lê ji ber dijwartiya êrîşan nikarin rakin nexweşxaneyê.