Li Silopiyayê cerdevanan çek danîn û îstifa kirin

Li navçeya Silopiyayê ku terora dewletê û berxwedana gel a li dijî vê terorê di roja 21. de dewam ikin, 9 cerdevanan diyar kirin ku ew naxwazin di nava êrîşên dewletê de cih bigirin, çeka xwe danîn û îstifa kirin.

Cerdevanên gundê Kizîr ê Silopiyayê Zeyrek, Alim Zeyrek, Hekîm Zeyrek, Enver Kaplan, Husnî Kaplan, Yîgît Kaplan, Egîd Kaplan, Îrfan Yaman, Huseyîn Gok û Salîh Dûrgûn gotin, "tevlînebûna li operasyonan têrê nake, divê em dest ji cerdevaniyê berdin" û îro danê sibehê îstifaya xwe radestî qereqola jendermeyan kirin.

45 cerdevanên li gund jî, tevî ku hêzên dewletê ferman dane ku tevlî operasyonan bibin, dernakevin operasyonan.