Li Silopiyayê 9 welatî hatin binçavkirin
Di serdegirtinên malan ên li gundê girêdayî Silopiyayê de 9 welatî hatin binçavkirin.
Di serdegirtinên malan ên li gundê girêdayî Silopiyayê de 9 welatî hatin binçavkirin.
Di serdegirtinên malan ên li gundê girêdayî Silopiyayê de 9 welatî hatin binçavkirin.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê êrîşên qirkirinê û dorpêç di roja 32. de didome, li gundên girêdayî giştî rojê serdegirtinên malan pêk hatin. Leşker û polîsan li bajarokê Gitê yê bi giranî cerdevan lê dijîn avêtin ser mala cerdevanekî teqawitbûyî. Leşkerên avêtin ser mala cerdevanê teqawitbûyî Beşîr Mete, hevsera wî ya ji bedena xwe astengdar Azîme Mete, kurê wî yê ji mejiyê xwe astengdar Nezîr Mete, Husnu, Adem û Tûlê Mete binçav kirin.
Di serdegirtinên li bajarokê Tilqebînê de jî Zaman Ruzgar, Alî Kaya, Îsmaîl Bulduk û Azad Ûslû hatin binçavkirin. 9 kesên ku têkîldarî sedemên binçavkirinên wan ti agahî nehatin girtin, hat ragihandin ku birine Qereqola Herêmê ya Jendermeyan.