Li Silopiyayê 2 sivîlên din hatin qetilkirin

Li navçeya Şirnex Silopiyayê 2 sivîlên din ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Yek ji van sivîlan jinek e ku parçeyên şarapnelê li serî ket û yê din jî di mala xwe de bi guleyên tîmên taybet jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Şirnex Silopiyayê, hêzên dewletê êrîşên tinekirinê yên li ser gel girantir dike. Taxa Barbaros, ji duh bi şev ve ye di bin êrîşên giran de ye. Tax, ji aliyê tankan ve bênavber tê topbarankirin. Her wihawesayîtên zirxî jî taxê gulebaran dikin. 

Di gulebarana polîsan de li malekê, welatiyê bi navê Yûsûf ê ku paşnava wî nehat zanîn, hate qetilkirin. Hate zanîn ku hevjîna wî jî giran birîndar bûye. Her wiha jinekê derdora 35 salî jî ji ber parçeyên şarapnelê yên bombeyê li serê wê ket, jiyana xwe ji dest da. 

Li taxê êrîş berdewam dike û hate zanîn ku gelek welatî ji aliyê polîs û leşkeran ve hatine binçavkirin û ew birine emniyetê.