Li Silopiya dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn

Danê êvarî dema derbasbûna wesayîta leşkerî teqînek dijwar pêk hat. Hate diyarkirin ku di encama teqînê de gelek leşker û polîs birîndar bûne.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê polîtîkayên îmha û şerê topyekun ên dewletê di roja 13. de didome, êrîşên polîs û tîmên taybet jî didomin. Li gor agahiyên hatin bidestxistin Danê êvarî dema derbasbûna wesayîta leşkerî teqînek dijwar pêk hat. Hate diyarkirin ku di encama teqînê de gelek leşker û polîs mirine.

Hate ragihandin ku gelek kesên di nav de leşkerên bi rutbe jî hene rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê û ji wir bi helîkopteran rakirine GATA’yê.

Hata ragihandin ku di nav birîndaran de serdar û albay hene.