Li Silêmaniyê ji bo bîrkolên Rojava astengiya xebatê

Li Silêmaniyê ji bo bîrkolên Rojava astengiya xebatê

Makîne û wesayitên bîrkolên ji Rojavayê Kurdistanê ku di demên cûda de ji bo kolandina bîrên avê hatine Herêma Kurdistanê ji aliyê daîreya Avên Binerd ve tên ragirtin. Bîrkol diyar dikin ku ji ber vê sedemê li herêmê ev demek dirêje ew mexdûr bûne, ne cihê wan yê razanê, ne yê kar maye û daxwaz kirin ku rayedarên Başûrê Kurdistanê alîkariya wan bikin.

Bîrkolên ku ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ji bo vedana bîrên avê hatine herêma Kurdistanê ji ber sedema dest danîne ser makîne û wesayitên wan mexdûr bûne. Ji ber yasaya ku vedana bîranên bêdestûr qedexe dike ji aliyê Daîreya Avên Bin Erd vewesayît û makîneyên bîrkolan li garajê tên ragirtin. Bîrkol dibêjin ku, hin kesên ku li herêmê xwedî piştgirî nedikarin bi rehetî tevbigerin lê yên din ji ber sedemên keyfî tên ragirtin.

Ji bîrkolan Fethî Nexşî diyar dike ku, hin bîrkol ev şeş salin li herêmê ne û wesayîtên wan hatine ragirtin. Bêyî ku kar bikin ew her roj 3 hezar Dinar didin heqê garajê. Ji ber dest danîne ser pasaport û nasnameyên wan ew nikarin di avahiyekî de jî bimînin. Ji ber vê naçarin ku 20-30 kes di dikanên nasan de dimînin.

Cengîz Mihemed jî diyar dike ku, ew ji ber zilma rejîma Bees ji Rojavayê Kurdistanê hatine vir û bi heq destek kêm bîran dikolin lê belê ji aliyê rayedaran ve ev demek dirêje wesayîtên wan hatine ragirtin. Mihemed dibêje hejmara bîrkolên mexdûr nêzîkê 1800 kesî ye û nêzîkê 300 wesayîtên wan hatine ragirtin, hin bîrkol ev 6 salin hinek ji wan jî 3 mehin li vir rawestiyane.

Mehmûd Mihemed Îsmaîl jî diyar dike ku, ew 6 sale li herêmê kar dike. Li her deverê herêmê bîrkolaye lê belê li Silêmaniyê ji ber sedemên keyfî dest danîne ser wesayîta wî. Îsmaîl daxwaz ji rayedaran dike ku, guh bidin dengê wan û dawî li mexdûriyeta wan bînin.